Sereke
Tu pirsek derheqa teslîmkirina gundekî qeza Syûnîkê nayê gotûbêjkirinê
Tu pirseke usa nayê gotûbêjkirinê, wekî gundên qeza Syûnîkê gerekê teslîmî Adrbêcanê bikin. Derheqa wê yekêda, cîgirê serokê qeza Syûnîkê Narêk Babayan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Niha rêyên qeza Syûnîkê bêqezya ne, rêya Kapan-Gorîs bêqezîya ye, hidûdên qezayê bin kontrolêda nin û bêqezîya ne, li tu cîha parevekirina sînora nayê kirinê, tu pirseke derheqa teslîmkirina gundekî nayê gotûbêjkirinê, firegeha Kapanê nava qeza Syûnîkêda ye û wê navda jî bimîne”,- nava nivîsarêda hatîye gotinê.