Sereke

Tirkîya hazir dibe çekdarên kirêkirî ji Sûrîyayê bişîne Kaşmîrê

Piştî şerê tirka-azêrîyaye dijî Qerebagê, Tirkîya hazir dibe kirêkirîyên xweye cîhadîst bişîne Kaşmîrê, bona ku wana nava konflîkta Pakîstanê û Hindistanê bide xebatê.Cîhadîstên li Sûrîyayê, yên ku ji alîyê Tirkîyayêda tên hînkirinê, werguhêzî eskerê Tirkîyayêye kirêkirîye navnetewî dibin.Piştî opêrasîyonên li Lîbîyayê, Adirbêcanê, Arsaxê, Yêmênê û Kurdistana Başûr, kirêkirîya dikarin bişînine Kaşmîrê bona ku ew tevî konflîkta Hindistanê û Pakîstanê bibin, piştgirîya Pakîstanê bikin. Heger li Qerebagê merem pantûrkîzm bû, li Kaşmîrê gilî derheqa panîslamîzmêda ye.Hatîye ragîhandinê, wekî fermandarê “koma şah Silêman”, ya ku dikeve nava wa gotî eskerê Sûrîyayêyî miletîyê, pênc roj pêşda gotîye,wekî Tirkîya dixweze çend koma bişîne Kaşmîrê.Ewên ku herine Kaşmîrê wê carekêra 2OOO dolara bistînin. Van koma wê bi cûrê xewile ji welêt bidine derxstinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button