Sereke

Piştî Qerebagê Kaşmîr e: Tirkîya çekdarên ji Sûrîyayê bona opêrasîyonên nû hazir dike

Tirkîya hazir dibe çekdarên ji Sûrîyayê bişîne Kaşmîrê, nava dew-doza di navbera Hindistanê û Pakîstanêda. Lîdêrê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan pêşda gavên usa avîtine. Ewî çekdarên ji Sûrîyayê şandine Lîbîyayê, bo ku piştgirîyê bide eskerên Lîbîyayêye miletîyêye bi serkarîya Xelîl Hevtar, paşê jî bo serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv, eskerê kîjanî dijî Qerebagê şer dikir. Niha, Êrdogan çekdara bona piştgirîya serekwezîrê Pakîstanê Îmran Xan wê bişîne.Derheqa wê yekêda, rojnamevanê India Today-ê Andrêas Maûntzûralîas nivîsîye. Baylozê Tirkîyayêyî li Hindistanê Şekir Okan Torûnlar gotîye,wekî ev behs ne yên rast in. Feqet, kanîyên kurdaye înformsîyone li Sûrîyayê, usa jî rojnamevan Andrêas Maûntzûralîas îzbat dikin,wekî fermandarê koma “Sulêyman şah”-ê Abû Amsa, yê ku dikeve nava wa gotî eskerê Sûrîyayêye miletîyê, gotîye çekdarên xweye li Efrînê ku Tirkîya dixweze Kaşmîrê bide qewînkirinê. Abû Amsa dîsa gotîye,wekî ofîsêrên tirk hîvî ji fermandarên komên mayîn dikin ku navên wan rezedilvana binivîsin, yên ku wê bixwezin herine Kaşmîrê. Serda jî hatîye zêdekirinê, wekî her meh miaşa 2OOO dolara wê bidine her çekdarekî. Abû Amsa gotîye çekdarên xwe,wekî Kaşmîr mînanî Qerebagê bi çîya va dorgirtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button