Sereke

Piştî Qerebagê Tirkîya kirîzeyê dibe berbi rojhilatê: kurd ketine bin êrîşê

Hêzên Tirkîyayêye sîlihkirî û çekdarên wan va girêdayî êrîş birine li ser bakûr-rojhilatê Sûrîyayê û şeşê kanûnê derb gîhandine tabîyên hêzên Sûrîya Dêmokratîke li nehîya Abû Rasînê.Derbehên ji alîyê tirkada yên bi rokêta û artîlêrîyayê bûne.Hatîye dîyakirinê,wekî ew êrîş ne tenê dijî şerkarên kurd bûye, lê derb gihîştine binelîyên edil jî. Ajansa Al-Masdar News-ê daye dîyarkirinê,wekî eskerê tirka û hevkarên wan ji çemê Firat berbi rojhilatê dîsa kirîzeyê saz dikin. Li nehîya Ayn Îsayê û Manbîcê jî tirka tabîyên kurda êrîş kirine.Piştî serhevdahatina şerê li Qerebagê, eskerê tirka opêrasîyonên dijî hêzên kurdaye li alîyê rojhilatê dane aktîvkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button