Sereke

Şerê cesûsîyî li Qerebagê bi saya peymanên îsrayêlî bona Adirbêcanê açix bûye

Nava şerê cesûsîda Adirbêcan li Qerebagê bi saya peymanên îsrayêlî ser ketîye.Derheqa wê yekêda Intelligence Online -ê nivîsîye.Wextê ku guhdarîya cîhanê li ser piştgirîya Tirkîyayê û çekdarên ji Sûrîyayê bû, yên ku Enqerê derbazî Adirbêcanê dikirin, usa jî dironên îsrayêlîya, dewleta Îsrayêlê înformasîyayên cesûsî didane Bekûyê. Intelligence Online-ê elam kirîye,wekî hevaltîyên Îsrayêlê înformasîyayên mexsûs dane Adirbêcanê, yên derheqa tabîyên Qerebagêye cêografîda û ew yek jî alî dironên azêrîya kirîye.Hema bi saya van înformasîya bû, wekî dironara li hev dihat derbên rast bighînin û zyana mezn bidine alîyên ermenî.
Miqalêda usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî Îsrayêlê nikaribûye dironên xwe li nêzîkî Îranê bicêribîne û kemala wê yekê gelekî mezin e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button