Sereke

Pêşezan dibêjin,wekî li Arsaxê dikarin bûyarên nû biqewimin

Qezîya bûyarên nû li Qerebagê heye. Derheqa wê yekêda serokê mîsîya navçîgarîyêye berê, yê nava koma Mînskêda Vladîmîr Kazîmîrov gotîye.”Bona Rûsîyayê gelekî girîng e wekî alî agirbestê xweykin.Ez wê yekê slav dikim, ku aşîtîparêzên rûs awqasî zû anîne zona dew û dozê.Eva tiştekî girînge. Bi fikira min, gerekê usa hesab nekin ku qezîya bûyara îdî tune”,-Vladîmîr Kazîmîrov gotîye.
Bi gotina wî, gerekê înformasîya derheqa wê yekêda belav bikin ku kê agirbesta sala 1994-a îzbatbûyî teribandîye, ya ku 26 sala kar kirîye.
Xebatkarê înstîtûta hemcîhanêye pêwandîyên êkonomîkî û navnetewî Vadîm Mûxanov jî derheqa wê yekêda gotîye.
“Garantîya tune ku careke mayîn wê sertbûna hal tunebe.Elametîyên ku niha alîyên nava dew û dozê dikin, şikberîyê nahêlin wekî alîyên nava dew û dozêda bona berdewamkirina şuxulkarîyê hazir nînin”,-pêşezan gotîye.Bi gotina wî hal wê usa bimîne. Sertbûn dikare ne tenê li Hadrûtê, lê usa jî li sivdera Laçînê hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button