Sereke

Adirbêcan dicêribîne teribandinên rêjîma agirbestê bide afûkirinê:wezîreta karên der

Anegorî elametîya nehê mijdarê ew nehyî hatine kifşkirinê, ji kîderê hêzên ermenîye sîlihkirî îdî ji wan nehîya derketine. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye û ew gotina berdevka wezîreta Adirbêcanêye karên der Lêyla Abdûlayêvayê şirove kirîye, ya ku gotibû, wekî “Hêzên ermenîye sîlihkirî gerekê ji Qerebagê bên derxistinê”.
“Ber çeva ye, wekî armancên şirovekirinên yekalî ewin ku bi wê yekê teribandinên rêjîma agirbestê bidine afûkirinê, yên ku xalên elametîya îmzekirî didine pêpeskirinê”,-Nagdalyanê gotîye.
Wekîla Adirbêcanêye karên der hevpeyvîn dabû rojnama “Komêrsant”-ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button