Sereke

Lîdêrên kurd cejina Êzîd li temamîya êzdîya pîroz kirine

Lîdêrê kurd û serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî êzdîyên Kurdistanê û yên li temamîya dinîyayê, girêdayî eyda êzîdra, pîroz kirine.
“Ez bi germahî xwîşk û birayên meye êzdîye li Kurdistanê û li temamîya dinîyayê pîroz dikim”,-Barzanî nava elamenîya xweda gotîye.Lîdêrê kurd bi hêvîdarî gotîye,wekî ev yek wê diha zêde aşîtîyê û qewînbûnê bona êzdîya bîne. Ewî usa jî derheqa pêwîstîya parastina komên êtnîkî û dînîye li Kurdistanêye mayîn daye dîyarkirinê.
Serekwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî êzdî pîroz kirine.
“Ez hemû binelîyên Kurdistanê teglîf dikim, ku bighîjine min ku ola êzdîya pîrozkin. Ez bona xwîşk û birayên êzîdî xweşbextîyê dixwezim û hêvîdarim wekî îdî dijwarî bona êzdîya wê pêşda neyên”. Serekwezîr usa jî gotîye wekî zûtirekê êzdî wê bikaribin paşda vegerine malên xwe û bajarên xwe bidine dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button