Sereke

Gîno Gabrîyêl:hêzên Sûrîya Dêmokratîk rêjîma agirbestê xweyî dikin

Piştî êrîşa tirkaye 9-ê cotmeha sala 2O19-a, li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê du qayîlnivîsarên derheqa agirbestêda hatine îmzekirinê.Ya ewlin 17-ê cotmehê di navbera Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Tirkîyayêda hate îmzekirinê, lê ya duem 22-ê cotmehê di navbera Tirkîyayê û Rûsîyayêda hate îmzekirinê.Feqet Tirkîyayê tu yek jî xweyî nekirîye.Ji roja pêcşemêda destpêkirî eskerê tirka û komên kirêkirîyên wan, nehîya Eyn Îsayê û gundên dor-ber êrîş dikin.Wekîlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Gîno Gabrîêl gotîye,wekî Tirkîyayê xwestîye halekî mayîn pêşda bîne, êrîşa berdewam bike bona ku hêzên Sûrîya Dêmokratîk û hêzên rûsa tabîyên xwe biguhêrin, bona ku ew zêdetir cîha dagir bikin.Gabrîyêl îzbat kirîye,wekî hêzên wan êrîşên tirka paşda dane. Bi şirovekirina tabîya Rûsîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya hindava kirinên Tirkîyayê, Gabrîyêl gotîye ,wekî ew rola garanta agirbestê naqedînin û tenê bona berjewandîyên xwe dişuxulin.Ewî gotîye,wekî ya girîng ew e, ku Tirkîya sînorên dîyarkirî derbaztir nebe. Bi gotina wî, hêzên Sûrîya Dêmokratîk anegorî qayîlnivîsara dişuxulin û rêjîma agirbestê xweyî dikin:”Emê nava dorana xweparastinêda şerkin û bersivên êrîşa bidin. Welatên mayîn, yên ku qayîlnivîsar îmze kirine, gerekê hindava van êrîşa bêdeng nemînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button