Sereke

6O merivên sîvîl hatine kuştinê:Bêglaryan gotîye wekî beşeke ji 4O merivên bê ser-berate undabûyî kuştine

Piştî destpêbûna şerê Arsaxê 6O merivên sîvîl hatine kuştinê, ji kîjana 39 meriv wextê opêrasîyonên şêr bûne hedef.Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan gotîye.
“39 meriv bûne hedef, yan jî rûê topbaranêda hatine kuştinê, lê 21 jî dîl ketine, yan jî li ser têrîtorîyayên ku ketine bin kontrola azêrîya mane û hatine kuştinê. Piranîya cinyazên kuştîya hatine dîtinê û ew paşda dane alîyê ermenîya”,-Bêglaryan gotîye. Bi gotina wî, çend bûyar hene wekî li ser hîmê vîdêyoya û gotinên şeda hatine li ser wê fikirê, wekî welatî kuştine. Bêglaryan usa jî gotîye,wekî înformasîyayên derheqa wan welatîyên kuştîda wê bêne belavkirinê û wê bê dîyarkirinê, ku ew nava qewilên çawada hatine kuştinê.Ewî usa jî gotîye wekî nêzîkî 4O merivên sîvîle bêser-berate undabûyî jî hene, piranîya kîjana kuştine. Bêglaryan gotîye wekî li alîyê azêrîya hejmara dîlên ermnî geleke, lê ew nikare hejmarên konkrêt raberke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button