Sereke

Li hebsa Adirbêcanê du merivên yaşê xweda mezin hatine kuştinê, cinyazê yekî nedane: Artak Bêglaryan

Bi tomerî hildayî, 53 dîlên ermenî paşda vegerandine.Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêglaryan, wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Xêncî 53 merivî, bi fermî usa jî hatîye elamkirinê,wekî du dîlên sîvîl li hebsa Adirbêcanê wefat bûne. Cinyazê yekî paşda vegerandine, lê yê mayîn hê nedane.Bona herdu welatîya jî şedetî hene, wekî ew li hebsê kuştine.Ji wana yek 79 salî, lê yê mayîn 80 salî ye”,- Bêglaryan gotîye.
Bi gotina wî, dîlên ku ji Adirbêcanê paşda vegerîyane, şedetî dane wekî li hebsên azêrîya û nava dîltîyêda ew layîqî nêzîkbûnên nemerivatî bûne.Piranîya dîlên ku paşda hatine Ermenîstanê, rûyê wan zordarîyada hê li nexweşxana qenc dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button