Sereke

Prosêsa mehkemêye sisîya ya dijî rojnama “Özgür Gündem”-ê li Stembolê derbaz bûye

Prosêsa mehkemêye sisîya ya dijî rojnama “Özgür Gündem” -ê li Stembolê derbaz bûye, ya ku pêşda bi qirara hukumatê hatîye girtinê.Sedira asosîyasîya mafên mêriv, Êrên Keskîn girêdyî îşê rojnama “Özgür Gündem “-ra li ber mehkemê sekinîye ya ku gerekê bibûya prosêsa sereke.Ewê elam kirîye,wekî ewê îdî li ber mehkemê nesekine, çimkî ew îdî bawarîya xwe mehkemê nayne.Wextê prosêsa mehkemê, Êrên Keskîn û rojnamevan Înan Kizilkaya hazir bûne, yên ku bona wa gotî “Êrîşa li ser yektîya axa dewletê”, “Endamtîya nava teşkîleta têrorîstîda” û “Propaganda têrorîzmê” hatine gunehkarkirinê. Rojnamevanên mayîn Kemal Sançîlî û Zana Kaya li wir hazir nîbûne.
Piştî axavtina parêzera, mehkemê qirar kirîye ku mecalê bidine kolêgîya mehkemê ku ew matêrîyalên wî îşî careke mayîn lê binihêrin û bi wê yekêva prosêsa mehkemê heya 15-ê sibatê hatîye paşdaêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button