Sereke
Agrêsîya leşkerîye dijî Eyn Îsayê
Hêzên tirkaye okûpasîyon û hevkarên wane cîhadîst, êrîşa li ser Eyn Îsayê berdewam dikin.Ji êvara yekşemê destpêkirî û şeva duşemê, artîlêrîya dijmin xebitîye.Anegorî înformasîyayên stendî, hêzên okûpasîyon çend seheta ser hev berbi gundên Mîşerefê û Cehbalê agir kirine.Nêzîkî imbara genime li wir, postên Rûsîyayê cîhwarkirîne, yên ku anegorî qayîlnivîsarê hatine cîhwarkirinê.Ew post bona dîtindarîya agrêsîya tirka û monîtorînga teribandina agirbestê hatine danînê.Wextê vê agrêsîyayê ji alîyê rûsada tu rêaksîya tunebûye.