Sereke

Du dîlên azêrî paşda vegerandine Adirbêcanê:wezîreta Rûsîyayêye parastinê

Ermenîstanê û Adirbêcanê cara bi sirê, nava doranên qayîlnivîsara sêalîye tevî Rûsîyayê, dîlên leşkerî pev guhartine. Derheqa wê yekêda fermandarê aşîtîparêzên rûse li Arsaxê, Rûstam Mûradov gotîye.
“Nava encamê xebata kirîda, bin kontrola minda, bi teyara hêzên Rûsîyayêye leşkerî du dîlên azêrî cîguhastî Bekûyê kirine, lê ji wir jî çar dîlên ermenî paşda anîne Yêrêvanê”,-fermandarê rûs gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî pêşerojêda jî wê piştgirîyê bidine mîyaserkirina qayîlnivîsara sêalî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button