Sereke

Ofîsêrên tirk çûne Adirbêcanê ku tevî Rûsîyayê li merkezê bixebitin:Akar

Wezîrê Tirkîyayêyî parastinê Hûlûsî Akar elam kirîye wekî 36 ofîsêrên Tirkîyayê tevî Rûsîyayê wê li merkezê bixebitin, ya ku wê rêjîma agirbestêye li Qerebagê kontrol bike.
“Gênêralekî me û 35 ofîsêrên mayîn wê piştî çêkirina merkeza tevayî, derbazî qulixkirinêbin”,-wezîrê tirk gotîye.Hûlûsî Akar usa jî daye dîyarkirinê,wekî leşkerên ku wê tevî xebatên merkeza rûsa-tirka bibin, îdî çûne Adirbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button