Sereke

Nava elametîyêda xeberê “Mêgrî” yan jî “sivder” tunene:Paşînyan

Nava elametîya dehê mijdarêda ne xebera “Mêgrî”, ne jî xebera “sivder”, girêdayî tu parçekî Ermenîstanêva, tunene.Rûpelê xweyî fêysbûkêda, Nîkol Paşînyanê serekwezîr derheqa wê yekêda nivîsîye.
“Pirsa tevgirêdanên rîyên hesinîye ji Ermenîstanê berbi Rûsîyayê û Adirbêcanê, berbi Nexîçêvanê têma gotûbêjkirinêye başqeye”,- ewî nivîsîye.Paşînyan usa jî elam kirîye,wekî nava elametîya dehê mijdarêye sêalîda, pirsa sereke daye dîyarkirinê.Bi gotina wî, berê ewlin gerekê xala heyşta bi temamî bê mîyaserkirinê, gerekê pevguhartina dîla û cinyaza bi temamî bê mîyaserkirinê. Serekwezîr usa jî gotîye,wekî ew yek jî girînge,wekî li zona opêrasîyonên leşkerî xebatên gera undabûîyaye berfire bê mîyaserkirinê.Xêncî wê yekê gerekê tevgirêdanên êkonomîkî û transportê bêne vekirinê, anegorî kîjanê hatîye kifşkirinê,wekî cîguhastina baraye dualî, ya berbi Rûsîyayê û Îranê usa jî cîguhastina barên Adirbêcanêye nava topraxa Ermenîstanêra berbi Nexîçêvanê.
Em bîr bînin,wekî hinek kanalanê “Telegram”-da hatibû ragîhandinê,wekî Nîkol Paşînyanê serekwezîr dixweze 11-ê meha çile li Moskvayê dokûmênta îmzeke, anegorî kîjana giva hinek topraxên Ermenîstanê gerekê bêne teslîmkirinê, sivdera transportêye di navbera Nexîçêvanê û Adirbêcanêda bê vekirinê û usa jî esker ji Qerebagê bê derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button