Sereke

Adirbêcan qewilên elametîya sêalî diteribîne:berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der însîyatîva ji alîyê Adirbêcanêda, ya derheqa mehkemekirina dîlên ermenîye leşkerîda berk gunehkar dike.Elametîya wî cûreyî wezîreta karên der çawa bersiva girtina 62 qulixçîyên ermenîye leşkerî belav kirîye.Wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov, nava nama ser navê katibê Organîzeya Netewên Yekbûyî sereke Antonîo Gûtêrêş, nivîsîye, wekî li nehîya Hadrûtê giva “koma Ermenîstanêye dîvêrsîyon” hatîye girtinê. Bi gotina Bayramov, 62 endamên komê girtîne û dijî wan îş tê vekirinê.
“Kirinên seroketîya Adirbêcanê teribandina mafê hûmanîtarîyî navnetewî ye.Wextê agrêsîya 44 rojêye ji alîyê tirka-azêrîyada mîyaserkirî, ji alîyê Adirbêcanêda mafên navnetewî hatine teribandinê, piranîya kîjana xirabkarîyên şêr in. Ew xirabkarîyên şêr bêwede ne û mîyaserkirên wana gerekê li ber cabdarîyê bisekinin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Wezîretê daye dîyarkirinê, wekî ji alîyê azêrîyada piştî dîlketina meh nîvekê, Adrbecanê derheqa mehkemekirinêda daye dîyarkirinê. Ev yek dide kifşê,wekî Adirbêcan pirsa dîlên leşkerî bona pêşdabirina rojeva xweye sîyasî dide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button