Sereke

Koma xebatêye sêalî wê li Qerebagê pirsên dasekinandina jîyana sade va mijûl bibe

Bi serkarîya cîgirên serekwezîrên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê wê koma xebatêye sêalî bê sazkirinê, ya ku wê li Qerebagê dasekinandina jîyîna sade va mijûl bibe, usa jî pirsên êkonomîkî, kirîn -frotanê, tevgirêdanên transportê va wê mijl bibe. Derheqa wê yekêda, serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, wextê hevdîtina sêalîye li Moskvayê, ya tevî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîêv, gotîye.
“Bi fikira min, wê îro girîng bûya ku gavên peyî ra bidana kifşê, yên ku alîyên helkirina pirsa va girêdayî ne, kîjan nava elametîya tevayîye nehê mijdarêda hatine dîyaririnê. Gotina min derheqa şuxulkarîya aşîtîparêza, zelalkirina sînora, helkirina pirsên hûmanîtarî, pirsên parastina mîrasa çandî da nin”,- Pûtîn gotîye.
Pûtîn bi hêvîdarî daye dîyarkirinê,wekî hevraxeberdanên îro wê nava atmosifêra praktîkda derbaz bibin û wê qulixî çarserkirina pêşdabirina pirsên sosîyal-êkonomîkî û qewînbûna aşîtîya li rêgîyonê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button