Sereke

Mixabin, li hev nehat pirsa dîlên leşkerî hel bikin:Paşînyan

Mixabin, pirsgirêka Qerebagê heya roja îroyîn nehatîye helkirinê. Nenihêrî wê yekê, wekî li hev hatîye agir bidine sekinandinê, lê gelek pirsên nehelkirî hene, yên ku dewa helkirinê dikin. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr, piştî hevdîtina li Moskvayê, gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî wextê hevraxeberdanên li Moskvayê li hev nehatîye pirsa dîlên leşkerî hel bikin, ya ku bi gotina serekwezîr, bona alîyê ermenî pirsa here girîng e. Ewî gotîye, wekî hatîye elamkirinê ku bona wê yekê gerekê xebata mîyaser bikin, lê xala elametîyêye heyşta bi temamî nayê mîyaserkirinê. Ewî bi hêvîdarî gotîye, wekî nava wedê kurtda bo alîya wê li hev bê bêne ser qirara konkrêt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button