Sereke

Ermenîstan dikare bona rêgîyonê bibe dergeh: Danîyêlyan derheqa vekirina rêyada

Sîyasîzan Stêpan Danîyêlyan derheqa rêyada xeberdaye û gotîye,wekî ew yek dikare ne tenê bona rêgîyonê, lê bi berfirehî karê bide. Êlêmênteke gêopolîtîkîye girîng xebata komûnîkasîya ye û li dinîyayê hema bona komûnîkasîyayê şerkarî diçe. Bi gotina wî, ew dikare bi du alîya: bakûr-başûr û rojava-rojhilat.
“Nava pirsa bakûr-başûrda devtenga Fariza Rûsîyayê û Avropayê, Hindistanê û Çînstanêva bide girêdanê, lê rojava-rojhilat dikare rêsûrsên ênêrgîyayêye li Asîya Navîn nava Tirkîyayêra bighîne Avropayê û herêmên başqe. Ermenîstan dikare bibe merkeza usa, li kîderê berjewandîyên mezin rastî hevdu tên. Ew yek jî girînge ku bi destî Rûsîyayê kontrola bêqezîyabûnê bê kirinê”,- sîayasîzan gotîye.
Bi fikira Danîyêlyan, wededa Ermenîstan tê bêjî kilîta herêma me bû, lê niha ew dikare bibe dergeh. Ew nafikire wekî niha lîstikçîyên globale mezin hene û vekirina herêmê wanara dest dide. Bo wê yekê jî badîhewa nîne, wekî dewletên mezin cûrekî mayîn nêzîkî vê pirsê dibin û hewaskarîya wane hindava Qafqasîyayê mezine.
Bi qîmetkirina Danîyêlyan nava gêopolîtîkayêda berê ewlin fikirên dewletên mezin girîngin. Sîyasîzan mesela îranî anîye ber çeva, anegorî kîjanê tê gotinê wekî kî dibe xweyê Qerebagê, ew dibe xweyê Qafqasîyayê, û hema bi saya Qerebagê ye, wekî hazirîya Rûsîyayê û formata koma Mînskê li vir heye. Dêmek, bêyî qayîlîya dewletên mezin komûnîkasîyayên herêmê nikarin bixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button