Sereke

Adirbecanê nava şerê Qerebagêda çi unda kirîye?: pêşezan dide zelalkirinê

Adirbêcan qayîl bûye ku nava topraxa xweda hazirîya leşkerên Rûsîyayê hebe.Xêncî wê yekê,Bekû qayîl bûye ne tenê li Nexçêvanê, lê usa jî li Genceyê bazayên tirka bên sazkirinê. Derheqa wê yekêda serokê înstîtûta rohilatzanîyê, Rûbên Safrastyanê tirkzan gotîye.
“Em dibînin,wekî Adirbêcan beşeke xweserkarîkirina xwe unda dike, çimkî li ser axa wî carekêra leşkerên du welata, yên Rûsîyayê û Tirkîyayê wê hebin. Nava şêrda Adirbêcan ser ketîye, lê nava encamê şêrda Adirbêcanê piranîya xweserkarîkirina xwe unda kirîye”,-pêşezan gotîye.
Safrastyan daye dîyarkirinê,wekî destpêka şerê Arsaxêda, Tirkîyayê bi dereca here bilind elam kirîye,wekî hevkarîya welête tevî Rûsîyayê li Qerebagê ew modêla Sûrîyayê dibîne, lê ew yek neqewimî û Rûsîya berbirî wê yekê neçû.
“Qafqasîya Başûr Sûrîya nîne, ew zona hukumê rûsî ye, û li vir armanca Moskvayê tune ku tiştekî Enqerêra paraveke.Tirkîya dicedîne tevî hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz, hêzên xwe cîhwar bike.Xêncî wê yekê,Tirkîya dixweze mecala seredana û derbazkirina monîtorîngê bistîne. Rûsîyayê wê yekê neke. Monîtorîng wê tenê bi mecalên têknîkî bê mîyaserkirinê, lê wekîlên wê merkezê wê mecalê nestînin ku bi fîzîkî sînorê Arsaxêra derbazbin. Nava wan pirsada tirka bi mecbûrî berdaxustine.Tirka tiştek stendîye, lê açixîya wan ne ya taktîkî ye, ne jî ya stratêcî ye.Bona berfirehkirina govekên hukumê xweyî li Qafqasîyayê, Enqereyê şerkarîya xwe ne tenê bi xebitanditna faktora Adirbêcanêye dijî Ermenîstanê û Arsaxê, lê usa jî faktora sîyasî-êkonomîkî ye Tirkîya-Gurcistan-Adirbêcan berdewam bike. Çawa gava dijî wê yekê, Rûsîyayê bicedîne hukumê xweyî li ser Adirbêcanê xweyîke, çimkî heger Enqere bicêribîne li Adirbêcanê cîhê xwe qewînke, wî çaxî ewê xwe li Qafqasîya Başûr qewînke, lê ew yek jî dijî berjewandîyên Moskvayê ye.Adirbêcan jî wê berjewandîyên Moskayê hesab hilde”,-tirkzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button