Sereke

Paşdaanîna dîla û têmayên başqe: Ayvazyan û Lavrov bi têlefonê axivîne

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi têlefonê tevî hevalkarê xweyî rûs Sêrgêy Lavrov qise kirîye.Wextê qisê pirsên derheqa çareserkrina îzbatbûna qewînbûn û bêqezîyabûna li herêmê hatine gotûbêjkirinê.
“Nava hemtêksta mîyaserkirina elametîya 9-ê mijdarê û 11-ê meha çileye sêalî da, Ayvazyanê wezîr careke mayîn derheqa mîyaserkirina pirsên hûmanîtarî daye dîyarkirinê, berê ewlin pirsên dîlên leşkerî û merivên başqeye ku li Adirbêcanê tên xweykirinê, cîguhastina li welatê wan”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Ayvazyanê wezîr derheqa xweykirina mîrasa ermenîye li Arsaxê, ya dîrokî-çandî, xeberdaye. Wezîrê Ermenîstanê derheqa tevbûna sîstêmên navnetewîye anegore tevî wê prosêsê girîng hesab kirîye.
Wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der usa jî derheqa rojeva pêwendîyên dualî û piralîda xeberdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button