Sereke

Telîmên li Qersê bona herêmê qezîya nû ye: tirkzan

“Telîmên li Qersê ne tenê bona Ermenîstanê, lê usa jî bona Rûsîyayê qezîyayê raber dikin.Ew yek îdî berdewama tradîsîya çêbûî ye”,- fikira wî cûreyî serokê înstîtûta rohilatzanîyê Rûbên Safrastyanê tirkzan gotîye, wextê ku ewî derheqa telîmên tirka-azêrîyaye leşkerîye meha sibatêda xeberdaye. Ji 1-ê hetanî 12-ê sibatê Tirkîyayê li rex sînorê Ermenîstanê, li Qersê, telîmên leşkerî derbazke,tevî kîjana wê bibin usa jî leşkerên azêrî. Tirkîyayê û Adirbêcanê cara dawî, piştî pevçûyînên ermenîya-azêrîyaye li ser hidûd, telîmên leşkerî derbaz kirine. Ew telîmên berfireh li temamîya Adirbêcanê dihatine derbazkirinê, li Nexçêvanê, Bekûyê, Genceyê.Piştî wan telîma, Tirkîyayê piranîya sîlih û komên xwe li Adirbêcanê hiştin, yên ku meha îlonê dijî Qerebagê dane xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button