Sereke

Hejmara binelîyên Arsaxêye ku paşda vegerîyane ji 5O hezarî derbaztir bû

Bi rêberîya aşîtîparêza, 114 arsaxî ji Ermenîstanê paşda vegerîyane Qerebagê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîyayêye parastinê elam kirine.Hatîye dîyarkirinê,wekî aşîtîparêz şev û roj monîtorînga rêjîma agirbestê mîyaser dikin. Ew paşdahatina binelîyaye li cîhwarên xwe didine çareserkirinê, alîkarîya hûmanîtarî dikin û sîstêmên sîvîl didine dasekinandinê. Bi tomerî hildayî, wezîreta Rûsîyaêye parastinê daye dîyarkirinê, wekî 5O116 arsaxî paşda vegerîyane cîhwarên xwe. Xêncî bêqezîyakirina mîna û bombên cûrên mayîn, aşîtîparêzên rûs usa jî xebatên gera cinyaza mîyaser dikin. Cîguhastina cinyaza bi hevkarîya tevî komîtêya xaçê navnetewîyî Sor, usa jî wekîlên ermenîya û azêrîya tên mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button