Sereke

Bona bêqezîyabûna beşa sînorê alîyê Syûnîkê û Tavûşê pevketina zelal heye: Avînyan

Girêdayî sînorê ermenîya-azêrîaye li Syûnîkê va tu bûyar tunebûne. Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan gotîye,wextê ku ewî bersiva pirsa Srbûhî Grîgoryana parlamêntvan daye ku garantîyayên bêqezîyabûna welatîyên li Syûnîkê û Tavûşê hene, yan na.
“Niha pevketinên meye zelal girêdyî beşa sînor li Syûnîkê û Tavûşê him tevî alîyê azêrîya, him jî tevî alîyê rûsa hene. Li wir leşkerên rûse sînorxweykir hene. Li Syûnîkê pirsgirêk tunene û ez hêvîdarim wê tunebin”,- cîgirê serekwezîr gotîye. Bi gotina wî cîhwarkirina sînorxweykirên wedelû li wan beşa tê bêjî îdî ser hevda hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button