Sereke

Înîsîyatîva parlamêntvanên avropîye li Arsaxê wê berdewambe: kirinên ofîsa data Ermenî

Nava xebatên ofîsa data Ermenîye li Avropayê sala 2O21-ê pirsa Arsaxê wê ya pêşin û girîng be. Cabdarê ofîsa data Ermenîye li Avropayê Harût Şîrînyan wextê qisa xweye tevî Armênprêssê gotîye,wekî pirsa dîlên leşkerî wê merkeza guhdarîyêdabe, alîkarîya hûmanîtarî wê dîsa bişînine Ermenîstanê û Arsaxê, ewê dewê ji Yektîya Avropayê bikin, ku sanksîya dijî Tirkîyayê û Adirbêcanê bidine xebatê, wê bi dengê bilind derheqa xirabkarîyên wane şêrda û derheqa mihacirada raberkin. Data Ermenî wê yekê pêwîst hesab dike, ku helkirina pirsa Arsaxê bi formata koma Mînskê bê helkirinê, bi qedirgirtina xweqirarbûna binelîyên Arsaxê. Înîsîyatîveke ofîsa data Ermenî ew e, ku seredana şuxulkarên avropî, parlamêntvana, rojnevanaye li Ermenîstîanê û Arsaxê teşkîlkin.Wextê şerê dawî jî ew yek hatîye kirinê. Harût Şîrînyan daye dîyarkirinê,wekî ev înîsîyatîva wê berdewambe. Meha sibatêda seredana koma parlmêntvanên avropîye berbi Ermenîstanê û Arsaxê têra tê dîtinê. Merem ew e, ku avropî cîda bi çevên xwe bibînin ku çi qewimîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button