Sereke

Parlamêntvanê tirkî berê elam kirîye,wekî Co Baydên kurd e

Parlamêntvanê Tirkîyayêyî berê, yê ji partîya AKP-ê Orhan Mîroglû, ew gotin raber kirîye, wekî serokê ŞAY Co Baydên bi rastî kurd e.
“Hevalekî minî kurd, tevî kîjanî min van axirîya xeberdaye gotîye, wekî nenihêrî wê yekê meriv çetin bawar dike wekî ew yek rastî ye, lê çetin nîne fem bikin, ku bi çi meremî yekî gotîye,wekî navê Baydênî rast Smko Bahadîn Aga ye. Ew ji eşîra brûkaye, ji malbeta kurda, yê ku ji Yêrêvanê çûye ŞAY”,- Mîroglû gotîye. Aboneyên Twittêrê bawarîya xwe li vê yekê neanîne. Hema wê kanîyê daye dîyarkirinê,wekî pêwendîyên Baydêne wededirêj tevî komên kurda hene. Sala 2OO3-a ew berbirî parlamênta kurda bûye û gotîye,wekî “Tenê çîya hevalên we nînin”.Nevsên kurdaye fermî roja çarşemê Baydên, girêdyî qulixa wîra, pîroz kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button