Sereke

HDP-ê derheqa kampanîya sîyasîye nûda elam kirîye

Partîya Dêmokratîk, ya Gela kampanîya girêdayî cêrge pirsara despê dike. Derheqa wê yekêda serokên partîyayê Perwîn Bûldanê û Mîthat Sancar, wextê şêwirdarîya onlayn, elam kirine.Wextê wê hevdîtinê, halê sîyasî û xebata partîyayê hatine gotûbêjkirinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî 8-ê sibatê wê progirama şerkarîyêye nû bê belavkirinê. “Li ser derecên cûre-cûre her dem tê kifşê, ku em rastin. Mînaka dawî qirara mehkema Avropayêye mafê mêrive derheqa Salhedîn Dêmîrtaşdane. Hukumat elam dike,wekî ewê wê qirarê mîyaser neke. Emê kampanîyayê him li welêt û him ji welêt der derbazkin.Roja înîyê dêlêgasîya Yektîya Avropayê-Tirkîyayê li me qesidî. Rojekê pêşîya wê, parlamênta Avropayê birîyar qebûl kir, kîjanêda careke mayîn da kifşê, ku em rastin. Bona ku Tirkîyayê werguhêzî komara dêmokratîk bikin, em gerekê rêya xwe berdewamkin”,-Mîthat Sancar gotîye.Perwîn Bûldanê jî daye zelalkirinê, wekî kampanîyayê hetanî meha hezîranê derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button