Sereke

Hukumê navnetewîyî li ser Adirbêcanê roj bi roj zêde dibe:wezîr derheqa pirsa dîlên leşkerîda gotîye

Bona ku em derheqa qewînbûn, aşîtî, bêqezîyabûnêda xeberdin, berî her tiştî gerekê atmosifêra aminayê sazbe, lê atmosifêra aminayê wextê helkirina cêrge pirsên girîng saz dibe. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermeîstanêyî karên der Ara Ayvazyan gotîye.
“Berê ewlin pirsa azakirina dîla heye. Bi fikira min Adirbêcan gerekê fem bike,wekî eva pirsa hûmanîtarî ye. Û heger ev pirs wî cûreyî berdewamke, ez bawarim, wekî ewê usa jî bona Adirbêcanê bibe pirsgirêk”,- ewî gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî koma xebatêye anegor heye, ya ku bi rêjîma herroje dixebite û dîyar e,wekî hukumê navnetewî roj bi roj zêde dibe û Adirbêcan gerekê fem bike,wekî wê pirsê gerekê lez bidine helkirinê”,-Ayvazyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button