Sereke

Bolton: biryara tek-tenêye bona Rojhilata Navîn serbestîya Kurdistanê ye

Şêwirmendê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî berê Con Bolton,wextê hevpeyvîna tevî kanala têlêvîzîona Kurdistan 24-ê, pêwandîyên di navbera Hewlêrê û Begdayêda, usa jî pirsgirêka kurd, progirama atomîyêye tevî Îranê, şirove kirîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî niha admînîstrasîya Baydên bi îzbatkirina qeyde-qanûnên li Qesira Sipî va mijûl dibe.Berê Donald Tramp guhdarîya xwe li ser Îranê dabû merkezkirinê, feqet Baydên gotîye,wekî ewê paşda vegere li ser progirama atomî. Derheqa tabîy Baydêne hindava kurda, Bolton gotîye: “Ez nizanim kurdê cîhê çawa nava pirsên Baydêne sîyasîda bin.Feqet, ew yek zelale, wekî Baydên naxweze DAÎŞ paşda bê.Hêzên amêrîkî wê ji herêmê bên derxistinê. Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê pêwendîyên xweye tevî Herêma Kurdistanê bide firehkirinê û wê piştgirîya kurda bike”.
Bolton Begda rexne kirîye û gotîye: “Li Begdayê fikirdarîya mînanî hukumata miletîyê nemaye. Ez difikirim, wekî rojê bê, dema ku kurdê serbixwe bin û wê ji Îraqê derkevin. Kurda îdî rêfêrêndûm derbaz kirîye û piranîya dengên xwe dane serbestîyê”. Dîplomatê amêrîkîyî berê gotîye,wekî admînîstrasîya li Begdayê bin hukumê Îranêdane û nikare mafê kurda bide û hevraqayîlnebûnên mayîn helke.Bolton usa jî daye dîyarkirinê,wekî Baydên piştgirîya kurda dike, lê herêm gerekê piştgirîya sûvêrênîya Îranê negire.Ewî gotîye,wekî Tramp sozê xwe neqedandîye, yê ku ewî dabû kurda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button