Sereke

Şedetîke dîrokî girdêdayî mafê xweqirarbûna ermenîyên Arsaxêra

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda girêdayî mafê xweqirarbûna ermenîyên Arsaxêra şedetîke dîrokîye girîng raber kirîye:
“Wextê Sovêtîzasîyakirina Ermenîstanê, 3O-ê mijadara sala 192O-î serokatîya Adirbêcanê bi elametîyêva pêşda hatîye û gotîye,wekî di navbera Adirbêcana Sovyêtê û Ermenîstana Sovyêtêda pirsgirêka sînora tune. Zangêzûr û Nexçêvan dikevine nava Ermenîstanê, lê beşa Qerebaga Çîya mafê xweqirarbûnê distîne. Derheqa vê yekêda 2-ê kanûna wê salê rojnama Bekûêye “Komûnîstê”-da hatîye belavkirinê.Piştî wê yekê serokatîya Adirbêcanê elam kirîye: “Ji roja îroyînda hevraqayîlnebûnên girêdayî sînorara di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda tunene. Qerebaga Çîya, Zangêzûr û Nexçêvan çawa beşên Ermenîstana Sovyêtê tên hesabê”. Tiştekî hewaskare jî wekî byûroya serokatîya Qafqasîyayê 3-ê hezîrana sala 1921-ê teslîmî hukumata Ermenîstana Sovyêtê kirîye ku bi dêklarasîyayê elamkin ku Qerebaga Çîya ya Ermenîstanêye. Qirara byûroyê bi yekdengî hatîye qebûlkirinê û nava wanda usa jî serokê komîtêya Adirbêcanêye şorişê Narîmanov bûye”,- nava nivîsara Tatoyanda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button