Sereke

Zûtirekê vaksîna rûsîye «Sputnik V» wê li Ermenîstanêbe

Morkirina peymana tevî Rûsîyayê îdî ser hevda tê û zûtirekê vaksîna rûsîye «Sputnik V» wê li Ermenîstanê be.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, wezîra saxlemîxweykirnê Anahît Avanêsyanê gotîye. Bi gotina wê, niha li Ermenîstanê bona destanîna vaksîna dijî koronavîrûsê li ser du dika xebat tên kirinê.Ya ewlin dika navnetewî ye, armanca kîjanê ew e, ku welatên tevbûyî bi vaksînayêva bidine çareserkirinê. Xêncî wê yekê tevî çêkirçîyên vaksînayê hevraxeberdanên dualî tên derbazkirinê.Wezîrê usa jî gotîye,wekî pirsa bijartina vaksînayê nava encamên gotûbêjkirinên koma pêşezanîyêda tê qirarkirinê.Wezîrê gotîye,wekî wê vaksînayê bi mecbûrî nedine tu kesî, ewê bi prînsîpa rezedilvanîyê bê kirinê.Berê ewlin wê vaksînayê bidine wan meriva, yên ku dikevine nava koma rîskê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button