Sereke

Welatîyên bîyanî çi cûreyî dikarin herine Arsaxê: qeyde-qanûnên nû dişuxule

Wezîreta Arsaxêye karên der daye dîyarkirinê,wekî bi hesabhildana bêqezîyabûnê, bona welatîyên bîyanî qanûna nû dişuxule, ku ew bikarin herine Arsaxê.
“Welatîyên bîyanî, yên ku dixwezin li Arsaxê biqesidin, pêşda gerekê berbirî wezîreta Arsaxêye karên der bibin bo ku destûrê bistînin.Ev qanûn usa jî bona wan welatîyaye, yên ku hewcê stendina vîzayêne, usa jî bona wan welatîya, bona kîjana rêjîma bêyî vîza dişuxule”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Bi hesabhildana bêqezîyabûnê, înformasîya derheqa wê yekêda usa jî wê teslîmî hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz bikin.Piştî îzbatbûna berbirîbûnê, welatîyên bîyanî vîzayê ji wekîltîya Arsaxêye li Yêrêvanê dikarin bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button