Sereke

Li Ermenîstanê goveka têknolocîyên bilind bi aktîvî pêşda diçe

Li Ermenîstanê zivira hevaltîyên goveka têknolocîyên bilind bi 2O,6 selefîva zêde bûye û gihîştîye nêzîkî 198 mîlîyard diramî. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîyên bilind Hakob Arşakyan gotîye wextê ku ewî hesabên sala 2O2O-î dane tomerîkirinê. Bi gotina wî, 18746 xebatkar nava wê govekêdanin. Ew hejmar bi 22 selefîva zêde bûye. Nava wê govekêda li Ermenîstanê 1228 hevaltîyên aktîv hene, sala 2O2O-î 192 hevaltîyên nû nasnamên xwe stendine û wê karê xwe destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button