Sereke

Prêssa Adirbêcanê dijî parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv êrîş teşkîl kirine

Prêssa Adirbêcanê dijî parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv êrîş teşkîl kirine. Arman Tatoyan şedetî raber kirine.
Mecalên Adirbêcanêye prêssayê van rojên dawî dijî parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan êrîş teşkîl kirine, tevî kîjana bûne usa jî parlamêntvanên wan. Êrîş bi wan elametîyava tên rêberkirinê, ku parêzerê mafên mêriv Arman Tatoyan ji qulixê bidine derxistinê, dijî wî bêhurmetkirinên êkstrêmîstî, gefxwerin tên belavkirinê.Xêncî wê yekê bi namên şexsî gefxwerina dişînin.Ev êrîş girêdayîne wan elametîyara, kîjanada parêzerê mafên mêriv derheqa qirarkirina sînorên Ermenîstanê û teribandina wanda, provokasîyayên azêrîyaye dijî binelîyên sîvîl tên raberkirinê. Arman Tatoyan kirinên azêrîyaye vî cûreyî gunehkar dike û dibêje, wekî ew bi tevbûna şuxulkarên sîyasî, nama tên kirinê û elametîyên wîye rast tên feşkirinê, dijminatîya nû pêşda tînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button