Sereke

Adirbêcanê dijî YÛNÊSKO-ê şer elam kirîye

Nava encamê şerê dijî Qerebagê li wan cîhên bin kontrola Adirbêcanêda, pirsa parastina mîrata ermenîye çandî bûye pirsa xemgînîya ermenîya û civaka navnetewî.Hemsedirên koma Mînskê, Rûsîyayê û Fransîyayê, usa jî Yektîya Avropayê, derheqa girîngîya parastina mîrasa ermenîye bin kontrola Adirbêcanêda dane dîyarkirinê û piştgirîya wê yekê kirine, ku YÛNÊSKO tevî wê şuxulkarîyê bibe. Serokê YÛNÊSKO-ê Odrî Azûlê 2O-ê mijdara derbazbûyî derheqa qebûlnekirina cêribandinên tevlîhevkirina şedetîyên derheqa wan heykelada û usa jî pêwîstîya parastina heykelaye li Qerebagê daye dîyarkirinê. Nava elametîya xweda serokê YÛNÊSKO-ê pêşnîyar kirîye ku koma mexsûs bişînine herêmê bo ku piştgirîya têknîkî cîda bidin. Pêşnîyara serokê YÛNÊSKO-ê layîqî begemîya welatên endamên organîzeyê bûye.Xêncî xirabkirina heykela, “ulmdarên Adirbêcanê” cêribandina dikin, ku nimûnên çand û kûltûra ermenî bikine ser navên xwe û hesabkin ku ew yên “afganî”-ne. Ew yek li ber çevaye, ku serokatîya Adirbêcanê wê yekê bi meremê sîyasî dike. Serokê Adirbêcanê Elîyêv û prêssa wan YÛNÊSKO-ê rexne dikin û dibêjin ku ew piştgirîya alîyên mayîn dikin. Ev stîla serokatîya Adirbêcanê tiştekî nû nîne û wededa alîyê azêrîya bi menîyên cûre-cûre dijwarî bona YÛNÊSKO-ê pêşda anîne.Niha Adirbêcan dîsa nahêle ku mîsîya YÛNÊSKO-ê bê li wan cîha û ew yek şikberîyê pêşda tîne, wekî ew dikarin bi mesela Nexçêvanê vandalîzma berfireh hindava çandê mîyaserkin. 8-ê cotmehê ji alîyê leşkerên azêrîyada du cara dêra ermenîye li Şûşîyê dane ber rokêta. Li Şûşîyê piştî 9-ê mijdarê banê dêreke ermenîye mayînê hatîye teqandnê. Serokatîya Adirbêcanê serokê YÛNÊSKO-ê jî kirîye hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button