Sereke

Şedetîyên girîng derheqa teribandinên mafên binelîyên edile li Arsaxê: parêzerê mafên mêriv

Şedetîyên girîng derheqa teribandinên mafên binelîyên edile li Arsaxê, yên ku wextê şerê ji alîyê Adirbêcanêda meha îlonê destpêbûyî hatine kirinê, hatine raberkirinê.
“Wextê şerê meha îlonê destpêkirî ji sed hezarî zêdetir binelîyên edil ji cîh-warên wan hatine cîşihitandinê. Rûyê wî şerîda nêzîkî 4O hezar merivî bêmal- avayî mane, ji eşîyayên xweye li malê û hemû tiştên mayîn, miqûf mane.Rûyê êrîşên komên azêrîyada nêzîkî 3O-î hezar zarok ji perwerdê miqûf mane. 12 bagçên zaroka û 71 mekteb zyanê ketine.Ji 27-ê îlona sala 2O2O-î heya 28-ê meha çileye sala 2O21-ê 72 binelîyên sîvîl hatine kuştinê, nava kîjanada hebûne meriv ku nava encamên zêrandinada hatine kuştinê. 163 binelîyên edil birîndar bûne û nava wanda gelek jî seqet mane. Ev hemû înformasîya nava raportên parêzerên Arsaxêyî mafên mêrivda hatine îzbatkirinê”,- parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button