Sereke

Tirkîyayê xerîta pêşerojê daye kifşê

RÎA Novostîyê elam kirîye, wekî kanalên tirkaye têlêvîzîyonê xerîtek nîşan dane. Anegorî wê xerîtê têra tê dîtinê,wekî sala 2O5O-î Afrîka Bakûr, cêrge welatên Rojhilata Navîn, Kavkaza Başûr, başûrê Rûsîyayê û usa jî Qirîm wê bikevine nava zona bin hukumê tirka. Parlamêntvanên Rûsîyayê fikirên xwe derheqa wê xerîtêda elam kirine.Cîgirê serokê komîsîya parlamêntêye parastinê Andrêy Krasnov daye dîyarkirinê,wekî serokatîya tirka bi wî meremîye ku împêratorîya Osmanî bide dasekinandinê, lê bi wê yekêva tevayî şikber bûye,wekî Enqere wê bixweze axa rûsa bi mêtoda qewatê bighîne xwe. Parlamêntvanê Rûsîyayê Pavêl Şpêrov bang kirîye, ku gerekê bona hemû tiştî hazirbin. Gerekê bidine kifşê, wekî ew xerîte bi meremê rast hatîye raberkirinê. Rûsîyayê bi xwestina xwe Tirkîya kire Kavkazê, piştî kîjanê berbi başûrê Rûsîyayê gavek dimîne. Ew gav îdî tê avîtinê. 2OO sale, ku Rûsîyayê ew yek dida hêdîkirinê.Şerê sala 2O2O-î êtapa bi sirê bû, lê ew îdî nêzîkî Rûsîyayê bû. Îlona sala 2O2O-î parlamêntvanên rûs, hêzên sîyasî, civaka wan bi bêdengî dîna xwe didane wê prosêsê, ku çawa Rûsîya û Tirkîya Ermenîstanê parave dikin. Rûsîyayê bi bêdengî dîna xwe dida wê yekê, lê propaganda dewletê dijî Ermenîstanê xebata xwe dikir.Çawa ku cîgirê serokê komîsîya parlamêntêye parastinê şikbere, ku Tirkîyayê necêribîne bi qewatê axa Rûsîyayê bighîne xwe, ew yek raste, hewcetîya wê yekê tune, Enqereyê wê yekê bi mêtodên edil bike. Tirkîya Ûkraînayê dide sîlihkirinê û cêribandina şerê Qerebagê derbazî wan dike. Li Qirîmê zûtirekê monîtorînga tirka-ûkraînaye tevayî wê hebe.Cêribandina Rûsîyayê bona wê yekêye ku Tirkîyayê ji NATO-ê bide qetandinê, werguhêzî satêlîtê kirîye. Rûsîya ketîye nava halekî başqe, wextê ku niha pirsa yazîya wê tê gotûbêjkirinê, ku hilweşîn neqewime.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button