Sereke

Gelo Enqere û Bekû wê opêrasîyonên leşkerî li Dagistanê detpêkin?

Telîmên tirka-azêrîyaye leşkerîye li Qersê îdî ser hevda hatine û girêdayî wê yekêra wezîrê Tirkîyayêyî parastinê Hûlûsî Akar gotîye, wekî Tirkîya gerekê bona her qezîyake wedê niha hazirbe.Prêssa ereba, derheqa ji alîyê Tirkîyayêda sazkirina kirêkirîyên ji Sûrîyayêye kesîbda dinivîse û dide kifşê, wekî eskerên wî cûreyî li Arsaxê hatine cêribandinê. Gelo Êrdoganê vê carê eskerê xwe kuda bişîne? Diqewime vê carê leşkerên azêrî bêne xebitandinê û telîmên li Qersê hema hazirîya wê yekê bûn. Wezîrê tirk gotîye, wekî telîmên tirka û azêrîya bona hazirîya nava hemû qewiladanin.Têlêvîzîyona tirka xerîtên hukumên xweye li herêmê didine kifşê, dikevine nava kîjana usa jî Qirîm û başûrê Rûsîyayê. Gelo leşkerên tirka û azêrîya bona opêraîyona xwe hazir dikin, mesele li Dagistanê?
Rûsîya tevî Tirkîyayê li Sûrîyayê, li Lîbîyayê û niha li Qerebagê dixebite. Moskvayê salên dirêj eskerên azêrîya daye sîlihkirinê, bona ku balansa wekehevtîyê bê xweykirinê. Niha ew eskerên azêrîya bûye beşeke hênzên tirka. Ev yek halê li herêmê dide guhartinê û pirsên nava bêqezîyabûnê jî gerekê bêne guhartinê. Nîkol Paşînyan derheqa sîstêma bêqezîyabûna rêgîyonêye nûda xeber dide. Niha Ermenîstanêva girêdaîye, ku gelo Tirkîya û Adirbêcan wê bikaribin sivdera Mêgirîyêva bibin yek. Rûsîya piştgirîyê dide wê yekê.Piştî agirbestê ew xeberdan ne ku derheqa Qerebagêdanin, lê derheqa Syûnîkêdanin.Moskva elam dike wekî statûsa Qerebagê niha gerekê neyê gotûbêjkirinê û bi wê yekê şuxulkarîya koma Mînskê didine sekinandinê.
Gelo li Yêrêvanê vî hemû tiştî çawa qîmet dikin? Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan jî elam kirîye, wekî menî tunene ku sînorê Tirkîyayê û Ermenîstanê girtî bimîne. Gelo sînorê tevî Tirkîyayê gerekê bê vekirinê? Bi wî cûreyî usa dertê, wekî Tirkîya û Adirbêcan wê bi sivdera Mêgirîêva bibin yek.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button