Sereke

Li Rûsîyayê hevdîtina Ara Ayvazyan û Sêrgêy Lavrov wê derbazbe

17-ê sibatê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan wê bi seredana xebatêva here Moskvayê, li kîderê wê rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov bê.
“Serokên wezîretên karên der wê pirsên dualî, herêmî û navnetewî gotûbêj bikin.Guhdarîya mexsûs wê bê danînê li ser elametîya sêalîye 9-ê mijdara sala 2O2O-î û elametîya sêalîye 11-ê çileya sala 2O21-ê.Guhdarîya hîmlî wê bê danînê li ser piştgirîya hûmanîtarî, dasekinandina sîstêmên sîvîl, vekirina rêyên herêmê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî xeberdanê usa jî derheqa xebatên nava doranên hemsedirtîya koma Mînskêda hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button