Sereke
Niha li Arsaxê 1O5-11O hezar arsaxî dijîn: Artak Bêglaryan
Anegorî hesabên admînîstrasîya serokê Arsaxê, niha li Arsaxê ji 1O5 hezar heta 11O hezar arsaxî dimînin, lê 35-4O hezar jî niha li Komara Ermenîstanêne. Derheqa wê yekêda serokê admînîstrasîya serokê Arsaxê Artak Bêglaryan gotîye.
“Anegorî hesabiên me, niha li Arsaxê 1O5-11O hezar arsaxî dijîn û ew yek dide kifşê, wekî li Komara Ermenîstanê niha 35-4O hezar arsaxî hene, piranîya kîjana yên cîşihitîne. Beşeke wana, ya ji deh hezara hinekî zêdetire, malên wan hene, kîjana qirar kirîye ku naxwezin vegerine malê”,-Bêglaryan gotîye.Ew deh hezar li Ermenîstanê bi piştgirîya dewletê hatine cîhwarkirinê. Serokê admînîstrsîya serokatîya Arsaxê daye dîyarkirinê, wekî dewlet gerekê piştgirîyê bide arsaxîya, ku ew vegerine malên xwe.