Sereke

PDK: piş êrîşa ser Hewlêrê Heşd Aş Şaabî ye

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk komên rezedilvanên Heşd Aş Şaabîyê nava êrîşa ser Hewlêrê gunehkar dike.Wekîlê partîyayê Mehmûd Mehmed nava elametîya nivîsarda daye dîyarkirinê, wekî koma neqanûnî merkeza bajarê Hewlêrê daye ber rokêta, ku halê li Herêma Kurdistanê bide tevlîhevkirinê. Partîyayê ev êrîş gunehkar kirîye û bangî hukumata Îraqê, hêzên koalîsîyona navnetewî û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye, ku vê bûyarê gunehkarkin û carekêra lêkolînê destpêkin.Wekîlê partîyayê gotîye, wekî gelek êrîş hatine wekilandinê, çimkî ewên ku gunehkarin, nehtine cezakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button