Sereke

Sala 2O13-a li Parîzê sê aktîvîstên kurd hatine kuştinê û li piş wê yekê Tikrkîya sekinîbû

Sala 2O13-a li Parîzê sê aktîvîstên kurd hatine kuştinê û li piş wê yekê Tirkîya sekinîbû. Derheqa wê yekêda serokê cesûsîya Tirkîyayêyî berê, gênêral Îsmayîl Pêkîn gotîye. Sala 2O13-a 9-ê meha çile li merkeza Parîzêye kurdîye înformasîyon, sê jin hatibûne kuştinê, nava wanda usa jî endameke PKK-ê Sakîne Cansiz. Ji herdu jinên mayîn, yek Leylê Soylemez û ya mayîn jî Fîdan Dogan bûn. Ji sala 2OO7-a hetanî 2O11-a Pêkîn serokatîya beşa cesûsîya ştaba sereke dikir.Nava wan kuştîyada tenê xebatkarekî firegeha Parîzêye beşa têknîkî Omer Gyûnêy bû. Gyûnêy sala 2O16-a meha kanûnê ji nexweşîyê wefat bûye û peyî wê yekêra Fransîyayê şuxulkarîya mehkemê da sekinandinê. Sala 2O19-a prosêsa mehkemê careke mayîn destpê bû. Advokatê wan cangorîya gotîye, wekî niha lêpirsîn derheqa rola cesûsîya Tirkîyayêdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button