Sereke

Wextê şerê Arsaxê 9O94 meriv birîndar bûne

Şêwirdarîya bi serkarîya serokê mehkema Ermenîstanêye sereke Artûr Davtyan hesabên sala 2O2O-î tomerî kirine. Şuxulkarîya mehkema leşkerî, usa jî pirsên girêdayî şerkarîya dijî xirabkarîya nava hêzên sîlihkirîda, usa jî îşên vekirîye girêdayî şerê Arsaxêra, hatine gotûbêjkirinê.Wextê şêwirdarîyê usa jî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan hazir bûye. Serokê mehkema leşkerî, Vahê Harûtyûnyan daye dîyarkirinê, wekî sala 2O2O-da nava pareskerada 3O16 xirabkarî hatine mîyaserkirinê. Zêdebûna xirabkarîya girêdaîye şerê Arsaxêra, wextê kîjanê Adirbêcanê xirabkarîyên mezin dijî merivatîyê mîyaser kirine.Hejmara cangorîyên wextê şerê Arsaxê bi temamî nehatîye dîyarkirinê, çimkî hela hê merivên bêser-berate undabûyî hene û gelek cinyaz jî nehaine naskirinê. 3389 cinyaz hatine naskirinê. Nava encamên opêrasîyonên leşkerîda 9O94 meriv birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button