Sereke

Wekîlê YPG-ê: em hazirin bin yekîtîya kurdada bişuxulin

Berdevkê YPG-ê Nûrî Mehmûd gotîye ku divê alîyên sîyasî yên kurdî li ser peymaneke civakî li hev bikin û destkeftan biparêzin.Nûrî Mehmûd dibêje, ew peymana civakî wê bibe weke destûrekî ji bo hemû alîyan û bikeve xizmeta doza kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Mehmûd wiha gotye: “Li cem min di yekîtîya kurdan de problêm heye. Kurd di hêvî û karên xwe de yekin û herwiha di qurbanîyên dane de jî yek in. Weke hûn dizanin ez îro di nav YPG-ê de me, di nav şehîdên YPGê de ji hemû nêrîn û partiyên siyasî şehîd hene. Eger hûn herin gora şehîdan hûnê nava wanda vê yekê bibînin. Wan şehîdan ji ber namûs û statûbûna kurdan de xwîna xwe dane û bi wî rengî em gihandine roja îro.”
Berdevkê YPG-ê amaje bi wê yekê kir ku modela li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê: “Eger em behsa yekîtiyê bikin, ne ku yekîtiya kurdan nîne, esas ferq û cudabûna partîyan heye. Divê yekîtîya wan bê çêkirinê, ew jî tenê bi pîvan û armancên kurdan dikare were pêkanîn. Divê tiştên ku em gihîştine vê qonaxê û şoreş biser xistiye derkeve pêş”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button