Sereke

HSD : li Eyn Îsayê sê çekdar hatine kuştinê, hevt jî birîndar bûne

Ji merkeza prêssayê, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk elametî hatîye belavkirinê, ya ku girêdaîye êrîşên tirkara, yên li Eyn Îsayê. Nava elametîyêda hatîye gotinê: “Tirkîyayê û komên çekdaraye li rex wê, agirbarandinên berbi gundê Eyn Îsayê û gundê Girê Sipî aktîv kirine, bi taybetî derb gîhandine gundên Al Hûryayê, Hoşanê û Xalidîyê. Çawa bersiv, çekdarên me agir kirine, rûyê çida li nêzîkî gundên Hoşanê û Xalidîyê pevçûyîn qewimîne. Wextê wê pevçûyînê li Eyn Îsayê sê çekdar hatine kuştinê, hevt jî birîndar bûne”.Nava elametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî hêzên tirka derbên artîlêrîyalê jî dighînine nehîya Ayn Îsayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button