Sereke

“Gurên gewir” li ser axa Arsaxê aktîv bûne

Partîya tirkaye heja miletçîtîyê û teşkîleta nêofaşîstîye êkstrêmîstîye li rex wê van axirîya li ser axa Arsaxêye okûpasîyakirî aktîv bûne. Partîyayê elam kirîye, wekî meremê wê heye ku li Şûşîyê mektebê veke. Bi gotina Rûbên Safrastyanê tirkzan, nava sîyasîya Tirkîyayêye derda van axirîya meremên pantûrkîstî qewat bûne. Ew yek girêdayîye partîya Desthilatdar û serokê wê Êrdoganva. “Ji alîkî mayînva jî pirsgirêka Arsaxê ji destpêka salên 9O-î merkeza guhdarîya partîya tirkaye miletçîtîyê û “Gurên gewir”-da bûye. Bi vekirina mekteba xweye miletçîtîyê, ew dicêribînin dilê Arsaxêda hazirîya xwe bidine çareserkirinê”,-Safrastyan gotîye. Bi fikira tirkzan, wezîreta Ermenîstanêye karên der gere gavên aktîv biavêje bona ku tifaqdara bibîne ku belavbûna pantûrkîzmêye li vê herêmê bide sekinandinê. Bi gotina wî, pantûrkîzm ne tenê dijî Arsaxê, Ermenîstanê û welatên ermenîye, lê dijî Avropayêye jî. Ew usa jî bona Rûsîyayê qezîyaye, ya ku sîyasîya gelekî fesal hindava Tirkîyayê mîyaser dike”,-Rûbên Safrastyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button