Sereke

Nava qanûna “Derheqa sîlihda” tê pêşnîyarkirinê guhartina bikin

Rojnema “Jogovûrd”-ê nivîsîye: “Parlamêntvanên parlamênta Ermenîstanê Armên Xaçatryan û Sêrgêy Bagratyan bi înîsîyatîva qanûndarîyêva pêşda hatine û dixwezin nava qanûna Ermenîstanêye “Derheqa sîlihda” guhartina bikin. Ew dixwezin ku anegorî qanûnê, binelîyên gundên li ser sînor sîlihên wan hebin, yên bi cûrê nêçîrvanîyê. Hatîye dîyarkirinê, wekî bi wê pirsêva binelîyên cêrge gundên li rex sînor, pêşda hatine û gotine wekî xêncî nêçîrê ew yek mecaleke başe ku garantîya bêqezîyabûna wan hebe. Em serda zêdekin wekî nava projeyêda hîmlî hatîye dîyarkirinê, wekî anegorî elametîya 9-ê mijdarêye îmzekirî, di navbera Ermenîstanê û Adiribêcanêda sînorên nû tên kişandinê û girêdayî wê yekêra ev pêwîstî pêşda hatîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button