Sîyasî

Paşînyan bi têlefonê tevî Pûtîn qise kirîye

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi têlefonê halê li Ermenîstanê sazbûyî gotûbêj kirine. Ajansa TASS-ê ragîhandîye, wekî berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotîye, wekî qisa bi têlefonê bi înîsîyatîva alîyê ermenî derbaz bûye.
“Halê li Ermenîstanê hatîye gotûbêjkirinê. Pûtîn piştgirîya wê yekê kirîye, ku qeyde-qanûn û edilayî li Ermenîstanê bê xweykirinê, pirsgirêk nava doranên qanûnêda bêne helkirinê. Serokê Rûsîyayê usa jî bangî hemû alîya kirîye, wekî alî xwezeftkirinê bidine kifşê”,-Dmîtrî Pêskov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button