Sereke
Rojnama “Komara Ermenîstanê”: Elîyêv gefa li logîka elametîya sêalî duxwe

“Serokê Adirbêcanê dijî teşkîlet û civaka navnetewî derdikeve û careke mayîn elam dike, wekî pirsa statûsa Arsaxê gerekê ji rojevê derkeve. Elametîya wî cûreyî Elîyêv wî çaxî dike, wextê ku ŞAY, Yektîya Avropayê û Rûsîya ne tenê dibêjin, lê usa jî gavên praktîk bona destpêkirina hevraxeberdanên sîyasî û statûsa Arsaxê davêjin. Piştî sê mehên xilazbûna şêr, Adirbêcan îdî nîşanên eşkere dişîne berbi Rûsîyayê. Xêncî derheqa pirsa ziman, ew usa jî elam dike ku aşîtîparêzên rûs nayêne hesabkirinê çawa baza û ew wedelû li herêmêne”.